English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-16 [11:33 AM]

Hewlêr (ZNA) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stolenberg diyar kir ku em Rûsiyayê wekî şirîk nabînin lê bêyî wê jî pirsgirêkên cîhanî çareser nabin.


Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya Bild a Almanya de ragihand, ku em Rûsiyayê wekî şirîk nabînin, lê bêyî wê jî pirsgirên global çareser nabin.

 

Stoltenberg di axavtina xwe de li hemberî pirsa ‘ gelo Serokê Dewleta Rûsiyayê Vladimîr Pûtîn dijminê NATOyê ye?' bersivand û got: ‘ Pirsgirêkên mezin ên cîhanî bêyî beşdarbûna Rûsyayê nayên çarerserkirin. NATO, Pûtîn sivik nabînê, lê Rûsya li Ûkrayna, Gurcîstan û li Sûriyeyê metodên leşkerî pêk tîne. Rûsya, hêza xwe dixe pêşiya qanûnên navneteweyî û peymanan binpê dike. Me bersiva vê da.'

 

Sekreterê Giştî yên NATOyê di berdewamiya axavtina xwe de got: ‘ Jixwe niha hemû dewletên endamên NATOyê li Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer dikin. Di acandeya NATOyê de niha şandina hêzên bejayî ji bo Sûriyeyê tuneye.'
 





3583 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad