English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-15 [01:51 AM]

Hewlêr (ZNA) - Serkirdeyê diyar ê Sunneyên Iraqê Ednan Dilêmî ragehand, dabeşkirina Iraqê çareseriya pirsgirêkên vî welatî ye. Iraq niha dabeş bûye. Ji ber şerê Şîe û Sunne û Kurd dabeş buye lê tenê biryara siyasî derneketiye.


Ednan Dilemî dibêje Şîe dixwezin xwe ferz bikin û Iraq kontrol bikin. Ji tirsa Şîe yan Sunne navên zarokên xwe nevêrin bikin Omer û Ebubekir.

Ednan Dilemî ji ajansa Anadoluyê re axift û ji bo pirsgirêkên Iraqê dibêje: ‘’Li gor min rewşa Iraqê her waha bimîne û berdewam bike bêgoman Iraq dê dabeş bibe. Ji xwe naha dinavbeyna Kurd, Şîe û Sunne de dabeş buye û eva rastiyeke. Pêwîste em gêj neken Iraq naha dabeşbuye. Tenê biryara siyasî ya di vê derbarê de tineye. Kurd 20 sal zêdetire herêma wan cudaye û mafê wan heye. Ji ber ku rewşa Iraqê wiha dixwaze ku hikûmetekî ne navendparêz pêwîste.’’

Di derbarê plana li dijî Sunneyên Iraqê jî navborî diyar kir:’’ Plana navnetewî li dijî Sunne ne di rojevê de ye. Lê planekî Îran û Şîe dibe hebe. Ji ber ku Îranê Iraq vêran kir û dixwaze tola sere Îran û Iraqê bistîne ku Iraqê di wî şerî de serkeftinên giring li hember Îranê bidest xistibun.

Îran bi serbirîna Sunneyan, kuştin û koçberkirinê û vêrankirina navçeyên Sunne dixwaze tola xwe bistîne. Şîe dixwazin hemû Iraqê têxin destê xwe.’’
 





3601 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad