Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê pêştir ê Iraqê Eyad Ellawî ragihand, proseya siyasî ya Iraqê gihîştiye binbestê bi Albert Einstein jî çareser nabin.
Serokwezîrê pêştir ê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî Eyad Ellawî di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi proseya siyasî ya Iraqê û arîşe û astengiyên li pêşiya proseya siyasî li Iraqê kir.
Eyad Ellawî ragihand, ku proseya siyasî ya Iraqê gihîştiye binbestê û got: “Eger em Einstein jî bikin wezîr, dîsan jî ti arîşeyên Iraqê çareser nabin.”
Ellawî got, çareserî di nav welat de û bi pêkanîna reforman di nav mala iraqiyan de dibe, nek bi guhertina kesan. Ellawî herwiha got, proseya siyasî ya Iraqê dûrî destwerdanên derveyî nîne û destwerdan di karûbarên Iraqê de tên kirin, lê belê pêwîst e iraqî bi xwe biryarê bidin.
Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî tekez kir: “Ti rêkarek bo çareserkirina arîşeyan di Iraqê de nîne û eger jî li Iraqê Einstein jî bibe wezîr, ti arîşeyên Iraqê çareser nabin.”
Eyad Ellawî destnîşan kir, niha beşeke mezin a gelê Iraqê di proseya siyasî ya welat de beşdar nîne û beşa din jî zordarî lê tê kirin û hatiye piştguhxistin.
Ellawî da zanîn, Serokwezîrê Iarqê yê niha ti tiştek ji wê proseya ku derbarê reformê de ragihandibû, cîbicî nekiriye.
3556 car hatiye dîtin |
|