English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-10 [12:01 PM]

Hewlêr (ZNA) - Tîmên Amedspor û Fenerbahçeyê duh li hemberî hev lîstin. Amedsporê 3 gol avêt û 3 gol jî xwar.


Tîmên Amedspor û Fenerbahçe, di çarçoveya yariyên çarîkfînalê yên Kûpa Ziraatê ya Tirkiyê de, hatin hemberî hev.

Yariya han duh sêşemî saet 13:00 bi dema Amedê dest pê kir. Lîstikvanên Amedsporê  di 30 saniyeyên destpêkê de bê hereket man û cezayê li ser tîma xwe protesto kirin.

Amedsporê di xuleka 10an de golek avêt Fenerbahçeyê û Fenerbahçeyê jî di xuleka 20an de bersiva Amedsporê da. Paşê di xulekên dawiyê yên nîva yekem de jî Fenerbahçe golek din avêt Amedsporê. 


Di nîva duyemîn a lîstikê de, Amedsporê xwe gij kir û 2 gol avêtin Fenerbahçeyê, lê Fenerbahçeyê di xuleka 76an de bersiva Amedê da û encam bi skore 3-3 dawî hat.
 





4654 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad