English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-08 [12:41 PM]

Hewlêr (PNA) - Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê aşkera kir ku, bi armanca rizgarkirina Mûsilê de, qonaxa yekem de, dû Lîwayên artêşa Iraqê li Mexmûrê cih digrin û biryare qonaxa dûyem beşek din ê artêşa Iraqê li Şengalê û Til Eferê bi cîhbibe.


Fermandarê Hêzên Pêşmerge li bereya Mexmûrê Cemal Mûrtke ragihand: ‘’Li gor rêkevtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, di qonaxa yekem de dû Lîwayên artêşa Iraqê ku hejmara wan ji 4500 leşkerî pêktê li Mexmûrê bi cîh dibin û biryare qonaxa dûyem de beşek ji artêşa Iraqê li gor wê rêkevtinê li Til Efer û Şingalê û çend cîhên din bi cîh bibin. Li gor wan amadekariyên ku hatine kirin, biryare di destpêka meha 3ê de piroseya azadkirina parezgeha Mûsilê destpê bike û Iraq jî li wan cihande wê êrîş pêkbîne.’’
 
Di derbarê beşdarî kirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li azadkirina Mûsilê de jî Cemal Mûrtke got: ‘’Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi mercekê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê dibin, ku Bexda pêwîste hemû pêdivîyên darayî bide herema Kurdistanê, ji ber ku azadkirina Mûsilê bê Pêşmerge zihmete. ‘’
 
 





3358 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad