English | عربی | کوردی  
 
 
2016-02-07 [01:50 AM]

Hewlêr (PNA) - Pisporan ragihand kû cixare di canê însan de pençeşêr di serî de dibe sedema gelek nexweşiyên din û her sal li seranserê cihanê 5 milyon kes ji ber cixareyê dimirin.


Pisporê Onkolojiya Medîkal û Nexweşiyên Hundir ê Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepeyê (ZH) Prof. Dr.  Îsmaîl Çelîk di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cixare di canê însan de pençeşêr di serî de dibe sedema gelek nexweşiyên din. Çelîk destnîşan kir ku ji sedema nexweşiya pençeşêrê nîvî wî kişandina cixare û berhemên ji titûnê ne û sedema serekeya vê nexweşiyê jî cureyên wê jî dîsa cixareye.

Çelîk wiha got: "Kişandina titûn û berhemên wê dibin sedema pençeşêra pişik, gewrî, qirtik, sorsorik, dev û gelek ên din. Bi taybetî jî eleqeya cixare û kişandin û pençeşêra pişikê bi hevdu re pir heye. Bandora neyînî ya cixareyê piştî ku meriv dev jê berde jî piştî 10-15 salan dibe ku dîsa jî derkeve holê. Di duyê cixareyê de bi qasî 4 hezar madeyên kîmyewî hene. Ji vana nêzî 50 hebên wî pir bi zirarin."

Çelîk bal kişand ser hejmara kesên ku li seranserê dinyayê cixareyê dikşînin û wiha pê de çû: "Li rûyê dinyayê nêzî milyar û 200 milyon însan cixareyê dikşînin. Wisa tê texmînkirin ku ev hejmar di sala 2025an de wê bibe milyar û 600 milyon kes. Her sal li seranserê dinyayê 5 milyon kes bi nexweşiyên ku ji ber cixareyê peyda dibin dimirin."
 





8713 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad