Hewlêr (ZNA) - Li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd di encama êrişa pasdarên Îranê de hat kuştin.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibehê li zozana Suraw ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê komek kolberên kurd dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de fîşek li kolberekî bi navê Mihemed Resûl Ezîzî ket û ew kolber hat kuştin.
Hat gotin ku kolberê ku hatiye kuştin, xelkê gundê Kanî Sêvê yê Bane û bavê 4 zarokan bûye.
3364 car hatiye dîtin |