English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-19 [12:25 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmeta Iraqê bi baheneya tekoşîna dijî DAIŞê ve du lîwayên nû yên polîsê federal rêkirin sînorê Kerkûkê, lê parlamenterên kurd dibêjin armanca hikûmeta Iraqê tekoşîna li dijî DAIŞê nîne û li vê yekê jî bi guman in.

Parlamenterên kurd ji vê pêngava hikûmeta Iraqê bi guman in û li gor wan rêkirina wan her du lîwayên polîsê federal ê Iraqê, hevdem e li gel destpê kirina berfireh kirina proseya erebkirinê li sînorê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê yên dervey îdareya herêma Kurdistanê.

Parlamenterê PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Diyar Berwarî ji K24ê re ragehand: ‘’Ev yek cîhê gumanê ye û divê demekî herî zû de sê serokatiyên Iraqê bêne ser xetê û lijneya taybet bo bicîhanîna madeya 140 bê çalak kirin. Ji ber ew navçeyane demekî dirêje bin kontrola Pêşmerge de bûn û aramî li wan deveran hebû. Lê naha dixwazin navçeyê têkbibin û bi rêya hêza leşkerî ve li ser navçeyê hukim bikin û hemû saziyên ewlehiya polîs û artêş û bi alîkariya parêzgerê sepandî ve hewla ereb kirina wan sînorên Kerkûkê didin û rewş xirab e.’’

Li gor zanyariyên li herêmê, çend rojên borî de li sînorê Dubiz, Xaneqîn û gundên din ên Kerkûkê bi şev, erebên ku anîne navçeyê genim û dexl û danê cotyarên kurd dirûtin û herwaha agir berdane genim û li sînorê Xaneqînê di heftiyekî de çar kes şehîd kirin.





3328 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad