Hewlêr (ZNA) - Navê kandîdên serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve tên eşkerekirin.
Tê gotin ku serokatiya parlementoya Kurdistanê dê îro navê wan kesên ku xwe bo serokatiya Herêma Kurdistanê kandîd kirine, eşkere bike.
Piştî ragihandina navê kandîdan, ewên ku navê wan nehatibe ragihandin dikarin di nav du rojan de bertekên xwe nîşan bidin, piştî wan du rojan parlementoya Kurdistanê dê di nav sê rojan de bicive û serok hilbijêre.
Li gorî agahiyên BasNewsê, hejmara wan kesên ku kandîdbûna wan hatiye qebûlkirin, 5 kes in. Yek ji wan kandîdê PDKê Nêçîrvan Barzanî ye.
3325 car hatiye dîtin |