English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-19 [11:22 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî ku balefirekî Hevpeymaniya Navdewletî li parêzgeha Kerkûkê bi şaşî otombîleke leşkerî ya Polîsa Federalî ya Iraqî bombebaran kir, Amerîka bi fermî daxwaza lêborînê ji Iraqê xwast.

Balefirekî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka roja 24ê Nîsana borî li parêzgeha Kerkûkê bi şaşî otombîleke leşkerî ya Polîsê Federalî ya Iraqî bombebaran kir û di encamê de polîsek hat kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn.

Polîsa Federalî ya Iraqê di daxuyaniyekê de belav kir, berpirsê karûbarên Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê Joey Hood ji bo wê duh serdana Baregeha Polîsê Federalî li Bexdayê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Joey Hood bi armanca serxweşiya polîsê hatiye kuştin û daxwaza lêborînê ji Fermandariya Polîsê Federalî ya Iraqê serdana wan kiriye.





3454 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad