English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-19 [10:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Her 7 fraksiyonên Kurdistanê li parlamentoya Iraqê bi rêya nivîsekî fermî ve, ku îmzaya serokên fraksiyonan li ser e, daxwaza pêkanîna lijneyek demkî dikin ku çavdêriya bicîhanîna madeya 140 bikin.

Di nivîsa daxwaznameya fraksiyonên Kurdistanî de tê gotin; ‘’Aşkeraye ku çend giringe aramiya civakî bê parastin û pêngav bên avêtin bo çareser kirina wan pirsgirêkên rastî pêkhateyan dibin li navçeyên cîhê nakok ( navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê) ku hêdî hêdî pirsgirêk dibe sedemê avabûna metirsiyê li ser navçeyê.’’

Di nivîsa ku ji serokê parlamentoya Iraqê re hatiye pêşkeş kirin de tê gotin: ‘’Em wek serokê her 7 fraksiyonên Kurdistanê, li gor madeya 71 a peyrewa navxwe rê dide, lijneyek bê ava kirin bo çavdêriya madeya 140 a destûrê, ku rewşa wan navçeyan bê asayî kirin û em daxwaza vê yekê dikin.’’

Dawiyê de jî dîsa daxwaz ji serokê parlamentoyê tê kirin, ji ber rewşa wan navçeyan lijneya madeya 140 bo asayî kirina rewşê bê pêkanîn.





3289 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad