English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-18 [04:39 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Du partiyên Kurdistanî ên Bakurê Kurdistanê PAK û PSKê li ser dozên girtina partiyên xwe li bajarê bakurê Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) daxwaz ji raya giştî ya Kurdistanê û sazî û dezgehên sivîl dikin, beramberî egere girtina partiyên Kurdistanî helwest bigrin û hevkariya wan bikin. PAK û PSK dibêjin, ewê li dijî egera girtina partiyên xwe dest bi kampanyayeka berfireh bikin.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê navê partiyên ku bêjeya Kurdistanê di navê wan de cih digire ji lîsteya partiyên siyasî derxistiye û ji bo Partiya Azadiya Kurdistan, (PAK) Partiya Sosyalîsta Kurdistan(PSK) û Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) Partiya Komînîstên Kurdistanê (KKP) jî daxwaza girtinê kiriye.

Serokê Giştî yê PSKê Mesûd Tek di konferanseke rojnamevanî de dijî wê helwêsta dozgerên Tirkiyê axivî û got: “Dewleta Tirkiyê ji damezrandina xwe ve hebûna kurd û welatê wî înkar kiriye. Bersiva hemû daxwazên netewe, demokratîk û rewa daye ber tank û topan. Pişaftina gelê kurd, sirgûnkirina kurdan, wêrankirina gundên kurdan, komkujî û jenosîd bûne bingeha siyaseta dewleta Tirkiyê di pirsa kurd û Kurdistanê de û dimeşîne.”

Tek dibêje ne ku wan Kurdistan afirandiye Kurdistan welatê kurdan e û wiha axivîye: “Em tekeziyê li ser vê yekê dikin, ne me kurd û Kurdistan afirandiye, netewa kurd yek ji kevintirîn neteweyên Rojhilata Navîn e û Kurdistan jî navê welatê wî ye. Tiştê ku me kiriye ew e, me rastiya kurd û Kurdistanê bi navê xwe aniye ziman û ji bo çareserkirina pirsa kurd û Kurdisatanê, pêşniyazên demokratîk û aştîxwaz pêşkêş kirine. Gûman tê de nîn e ku çareserkirina pirsa bi awayekî dadperwerane li ser bingeha wekheviya her du milatan li Tirkiye û herêmê, rê li ber demokrasî, aramî û aştiyê xweş dike.”

Herwiha got jî: “Partiya me ji bo bicihkirina armancên xwe riyên demokratîk û rewa dane ber xwe, li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane rijd bûne, her dem ji riyên tundûtûjiyê dûr bûne, ders û pebdên derbasbûyî nîşan didin ku zulim, zor û tundî, qedexekirin û daxistina partiyan ti caran pirsên Tirkiyê çareser nekirine û ji îro û pê ve jî çareser nake. Riya çareseriyê bi ferehalî û demokrasiyê li Tirkiyê, bicihkirina hiqûqa navnetewî bi amadekirina desta pirnetewî û pirolî geştir û xweştir dibe. Herwiha hebûn û mafê Kurdan yên li ser bingeha wekhevî bên pejirandin, heger bi vî awayî be, pêwîst nake êdî partî bên daxistin.”





2962 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad