English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-18 [03:47 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Derve ya Behreyrenê beriya bi demekê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê da bang li hemwelatiyên xwe yên li Îranê û Iraqê kir ku bilez ji wan herdu welatan derkevin.

Îro şemiyê 18.5. 2019an Wezareta Derve ya Behreyên beyannameyek belav kir. Di beyannameye da hemwelatiyên xwe yên li Iraqê û Îranê agahdar dike û bang li wan dike bilez wan herdu welatan terk bikin.

Herwiha bang li hemwelatiyan jî hatiye kirin ku bo herdu welatan seferê nekin. Amej bi wê yekê jî hatiye dayîn ku rewşa aborî ya li wan herdu welatan û li herêmê nelibar e.

Ji ber gefên Îranê bo ser hêzên emnî yên Amerîkayê li Iraqê û Sûriyê Amerîkayê leşkerên xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi cî kirine û keştiyên şer û gelek firokeyên şer jî anîne Rojhilata Navîn. Beramber wê yekê jî Îran gefa êrîşê li hêzên Amerîkayê dixwe. 





3367 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad