English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-18 [11:33 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê serfermandarê Pêşmerge yê operasyonan û emîndarê giştî li wezareta Pêşmerge diyar kir, rahênan û perwerdeyên Pêşmerge ji aliyê hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê ve destpê dike.

Cîgirê serfermandarê Pêşmerge yê operasyonan Lîwa Qehreman Şêx Kemal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sibehê 19.05.2019ê hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê careke din dest bi perwerdeya hêzên Pêşmerge dike.’’

Herwaha got, hemû şêwirmendên welatan hevpeyman, perwerdên xwe destpê dikin û wek berê perwerde berdewam dike û ti guhertinek nayê kirin.

Derbarê heman mijarê de emîndarê giştî li wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji BasNewsê re ragehand: ‘’kesek bi navê hêzên Almanya ve daxuyanî daye ku xwedê girawî demek nêzîk de perwerdeyên xwe didin destpê kirin, lê heta perwerde destpê neke, nayê zanîn gelo tenê li herêma Kurdistanê perwerde dê destpê bikin an li hemû Iraqê.’’

Cebar Yawer got: ‘’Ew di dema destpê kirin û rawestandina perwerdê de daxuyaniyên zêde nadin. Ji ber biryara wan bo xwe parastin û ewlehiyê ye û bi ti awayek zanyariyê ji dervey hêz û rahênerên xwe nadin ti kesekî.’’





2926 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad