English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-18 [10:46 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandarê Polîsê Xuremawa ya ser bi parêzgeha Loristanê ve aşkera kir îro 18.05.2019ê di encama şerê malbatî û eşîrî de 3 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn. ,

Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê fermandarê polîs Hacî Mihemed Mehdiyaneseb, ji ber pirsgirêk û nakokiyên navbera du eşîrên Xuremawa ya Loristanê, şer û pevçûn pêkhatiye ku di encamê de 3 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne.

Fermandarê polîsê Xuremawa amaje bi wê yekê jî kir, hêzên ewlehiyê çûne cîhê bûyerê û rewş kontrol kirin û birîndar jî rakirine navendên tenduristiyê û 40 kes jî hatine girtin.





2899 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad