English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-18 [10:17 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li navçeya Xelfetî ya bi ser Ruha ya Bakurê Kurdistanê, polîsekî Tirkiyê hate kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn.

Di derbarê mijarê de, Parêzgeriya Ruhayê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, derengê şeva borî demjimêr 02:00an de di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li bajarokê Xelfetiyê taxa Dergiliyê şerekî tund derket.

Parêzgeriya Ruhayê da zanîn, di encama wî şerî de polîsekî payebilind hat kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Parêzgeriya Ruhayê, 2 endamên PKKê jî hatine kuştin, lê ji aliyê PKKê ve heta niha li ser vê bûyerê çi daxuyanî nehatiye dayîn.





2815 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad