English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-18 [10:05 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Çend kesên nenas derengê şeva borî çûn nav gundê Pelkane yê ser bi bajarokê Dubiz a ser bi parêzgeha Kerkûkê û mala hemwelatiyek kurd şewitandin.

Li gor zanyariyan şeva borî ew kesane bi rêya motosîkletê ve çûne nav gundê Pelkane û xaniyên hemwelatiyekî şewitandin ku navê wî Şemo ye û piştî xiyaneta 16ê cotmehê heta naha li bajarê Hewlêrê jiyan dike.

Çend roj berî naha erebên ku Partiya Beis di çarçoveya proseya ereb kirina Kurdistanê de anîbûn navçeyê, bi piştevaniya artêşa Iraqê û milîsên Heşdî Şeibî ve hewldan malên hemwelatiyên kurd ên li Pelkane dagirbikin. Lê piştî tengezarî û aloziyan û girtina çend kesên kurd Serok Barzanî li ser mijarê ket navberê û rewş aram bû.





2788 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad