English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-17 [11:55 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li devera Dubiz ya Kerkûkê, ereban zeviyên kurdan dirûtin û bi dehan ton genimê wan talan kirin.

Cotkarekî kurd xelkê gundê Mame yê bajarokê Dubiz yê Kerkûkê bi navê Hêriş Hisên ji BasNewsê re got, duh bi şev komek erebên ku ji aliyê rêjîma Beis ya berê ya Iraqê ve li wir hatine bicîhkirin, ketin nav zeviyên me yên genim û dirûtin û talan kirin!

Wî cotkarî da zanîn, li gundê wan 120 donim zeviyên genim hene ku berhema wan dike derdora 60 ton genim û got, ereban hemû dirûtine û talan kirine!

Bi gotina wî cotkarê kurd, ew erebên ku genim wan talan kirine, xelkê devera Behac li nêzîkî sînorê Sûriyê ne lê niha li Kerkûkê bicîh bûne.

Wî cotarî anî ziman ku dema li ba polîs û hêzên ewlehiyê gilî kirine hêzên polîs ji wan re gotine “haya me jê nîne!”





3310 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad