English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-17 [11:17 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hêzên ewlehiyê li bajarê Kerkûkê komek xaniyên kurdan wêran kirin.

Berpirsê bizava mafên kurd li Kerkûkê, Edhem Cuma ji BasNewsê re gotiye, duhî li Kerkûkê hêzên ewlehiyê, bi behaneya ku ne qanûnî hatine çêkirin, çend xaniyên kurdan li taxa Erefe ya bajêr hilweşandin.

Edhem Cuma herwiha got, eger bi rastî dixwazin xanî û avahiyên ne qanûnî nehêlin, bila li seranserî Iraqê vê yekê bikin, çima tenê tên li Kerkûkê û li ser kurdan vê yekê dikin!

Berpirsê bizava mafên kurd anî ziman ku piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017, rêveberiya Kerkûkê ketiye destê hêzên serbazî, ew jî çi bixwazin tînin serê kurdan, ti kes jî dengê xwe nake. Parlementerên kurd yên Kerkûkê jî li hember wê siyasetê ne xwedan helwesteka baş in.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ew xaniyên ku li taxa Erefe ya Kerkûkê hatine wêrankirin, derdora 100 xaniyan e. Berê ji xwedanên wan re gotibûn, divê vala bikin lê wan qebûl nekiribûn, ji ber wê jî duhî hatin wêrankirin.

 





2824 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad