English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-16 [03:08 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Hêzên asayîşa bajarê Hewlêrê kesê teqîna bajarê Mûsilê pêkanîbû girt.

Li gor daxuyaniya rêveberiya asayîşa Hewlêrê, îro 16.05.2019ê hat belav kirin de tê gotin, Ehmed Mihemed Mihemed Salih li xwe mûkir hatiye ku teqîna nêzîk wargeha Rewşenbîrî ya Mûsilê wî pêkanî ye.

Roja 04.05.2019ê motorsîkletek li pêş wargeha Rewşenbîrî ya Mûsilê teqiyq û bû sedemê birîndarbûna sê kesan.

Asayîşa Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir, ku Ehmed Mihemed Mihemed Salih li sînorê çalakiyên asayîşa Hewlêrê li gor xala 1 a madeya 4 terorê hatiye girtin.

Li gor rêveberiya asayîşa Hewlêrê ragehandiye, bi fermana dadwerê lêkolîn û li gor taybetmendiya yasayî li gel dadgeha peyvendîdar a hikûmeta Iraqê, hemahengiyê dê bikin bo radest kirina wî terorîstî ji hêzên Iraqê re.





2278 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad