Hewlêr (ZNA) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand, derbarê tengezarî û aloziyên li gel Îranê de dîtin û nêrînên cuda tên gotin, lê vê derbarê de biryara dawiyê ez bixwe didim.
Donald Trump vê derbarê de li tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Derbarê tengezarî û aloziyên li gel Îranê de, nêrîn û ramanên cuda tên gotin, lê vê derbarê de ez bixwe biryara dawiyê didim.’’
Serokê Amerîkayê got: ‘’Herçend hemû rehend û alî û siyaset li berçav tên girtin jî û ez piştrastim ku demekî nêzîk de dê Îran guftûgo û danûstanê li gel me bike.’’
Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî jî derbarê tengezarî û aloziyên li gel Amerîkayê de gotibû: ‘’Şer li gel Amerîka pêknayê û danustan jî tê wateya jehrê.’’
2773 car hatiye dîtin |