Hewlêr (ZNA) - Li rojhilatê Ugandayê di bûyerekî hatûçûnê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya çapemeniya herêmî berdevkê polîsê herêma Kapchorwa Rogers Taitika ragehand, di rêya Kapchorwa û Sipi de otobûsa ku karmendên rêxistinên civakî yên sivîl tê de bûn ji kontrolê derketiye û qulibiye.
Taitika got: ''Di bûyerê de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.’’
Herwaha got, birîndar ji nexwaşxaneyan re hatine veguhestin û hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpê kirin û nîgeranî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.
2911 car hatiye dîtin |