English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-16 [10:30 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê pêşneyara proje yasayakeî pêşkeşî parlamentoyê kir, ku kesûkarên kurdên êzdî bên qerebû kirin û hemû şehîdên êzdî wek şehîd bi fermî bibin.

Parlamentera fraksiyona PDKê Lîza Felakedîn ji BasNewsê re ragehand, berê hin biryar derbarê qerebû kirina kesûkarên şehîdên kurdên êzdî ku hatine bêserşûn kirin de hebûn.

Lîza Felakedîn got: ‘’Hemû ew êzdiyên di şerê dijî DAIŞê de şehîd bûne, dê wek şehîd bên hejmartin û kesûkarên wan jî heman maf û îmtiyazên kesûkarên şehîdan dê li ber wan bikeve.’’

Di dema çarem a parlamentoya Kurdistanê de bi armanca qerebû kirina kesûkarên şehîdên kurdên êzdî biryar hatibû derxistin, lê ew tenê biryar bû, lewra eger ev pêşneyara fraksiyona PDKê bê pejirandin dê naveroka wê bibe yasa û hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê pêbendî bicîhanîna wê yasayê be.

Li gor pêşneyara PDKê roja 03.08 a hemû salan wek roja ‘’Karesata Êzdiyan’’ dê bibe bêhnvedana fermî.





2314 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad