English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-16 [09:55 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê, kargeheka çêkirina mast û şîrînahiyê hat girtin.

Serokê komîteya teftîşê ya qaymeqamtiya bajarê Kelarê, Sîrwan Hesen ji BasNewsê re got, duh li bajarê Kelarê kargeheka çêkirina mast û şîrînahiyê hat girtin.

Sîrwan Hesen li ser sebeba girtina wê kargehê jî got, ew kargeh di nav malekê de û bê mohlet hatibû vekirin, her wiha pîvanên tenduristiyê jî binpê kiribû, ji ber wê jî me ew der da girtin û derdora 80 ton mast û şîrînahî jî zeft kir.

Endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê Kerîm Elî jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, divê xwedanê wê kargehê radestî dadgehê were kirin û berhemên ku di kargehê de hatine zeftkirin jî li ber çavê medyayê bên îmahkirin.





2434 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad