English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-16 [09:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Karwanekî hêzên polîsê federal ê Iraqê ket kemîn û dafika çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê û du polis hatin kuştin.

Bûyer îro 16.05.2019ê serê sibehê nêzîk gundê Tel Sûsê ya ser bi bajarokê Reşad a ser bi Hewîce ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê pêkhat.

Li gor zanyariyên berdest tîmeke fewca 3 ya lîwaya 20 û firqeya 5 a polîsê federal ketiya nav dafika DAIŞê û di encama şer û pevçûnê de du polîsên bi navê S.X.D. yê dayîk bûyê sala 1990ê û N.S.X. yê dayîkbûyê sala 1989ê jiyana xwe ji dest dane.

Ev duyem êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê ye ku di 24 demjimêran de li Kerkûkê pêkhat. Di bûyera yekem de 4 efserên polîsê federal jiyana xwe ji dest dabûn.  





2320 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad