English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-15 [11:07 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Belarûsya li Iraqê civiya.

Îro çarşemê 15.5. 2019an Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî  Balyozê Belarûsyayê li Iraqê Andrey Savinik kir û ligel wî civiya. Di civînê da peywendiyên herdu welatan hatine gotûbêjkirin.

Hatiye aşkerekirin di civînê da avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, rewşa emnî ya herêmê geşepêdana peywendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Belarûsya hatine gotûbêjkirin.

Di civînê da Mesrûr Barzanî aşkere kiriye ku Herêma Kurdistanê amade ye peywendiyên duqolî ligel Komara Belerûsya bihêztir bike û da zanîn ku Herêma Kurdistanê derfetên baş guncaw bo kompanyayên biyanî amade kiriye.

Andrey Savinik jî behsa pêşketinên welatê xwe yên di warî pîşezî û bazirganî û aboriyê da kiriye xoşhaliya xwe bo bihêzkirina peywendiyan ligel  Herêma Kurdistanê derbirî ye. Herwiha amaje bi wê yekî jî kiriye ew gelekî dixwazin di warê bazirganî û perwerde û xwendina bilind tendirustî û cotkariyê da di navbera Komara Belerûsya û Herêma Kurdistanê da geş bikin.  





2365 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad