English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-15 [10:35 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeya li gel civiya.

Îro 15.05.2019ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanyayê li Iraqê Jonathan Wilks û şandeya li gel kir û çend pirsgirêkek hatin gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de ku konsolê giştî yê Brîtanyayê li herêma Kurdistanê Martin War jî amade bû, pêşketinên navçeyê û pêngavên pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşveçûnên peyvendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê hatin guftûgo kirin.

Hevdîtinê de pirsgirêk û tengezariyên Kerkûk, Şingal û hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li dijî terorîstên DAIŞê hatin gotûbêj kirin. Mesrûr Barzanî balkêşa ser guftûgoyên navbera Bexda û Hewlêrê û hêvî xwest ku di pêşerojekî nêzîk de ew guftûgo dê bigehin encamekî û pêwîst zanî ku vê derbarê Brîtanya rola xwe ya erênî bigre serxwe ku di berjewendiya çareseriyê de be.

Balyozê Brîtanyayê jî keyfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên herêma Kurdistanê û berdewambûna guftûgoyên navbera Bexda û Hewlêrê anî ziman û piştevaniya welatê xwe bo pêşketina peyvendiyan û alîkarî dayîna herêma Kurdistanê ya di hemû aliyan de diyar kir û hêviya serkeftinê di serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de ji Mesrûr Barzanî re xwest.





2278 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad