Hewlêr (ZNA) - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li sefîrê Brîtanya li Iraqê Jonathan Wilks û şanda pê re kir.
Îro Serok Barzanî li baregeha xwe ya li navçeya Pîrmam ya Hewlêrê pêwşazî li sefîrê Brîtanya li Iraqê û şanda pê re kir.
Di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û Rojhilata Navîn hat kirin û hat gotin ku nabe guhertin bibin sebeba sistibûna şerê li dijî DAIŞê ji ber ku metirsiya DAIŞê heta niha jî xilas nebûye.
Mijareka din ya rojeva hevdîtina Barzanî û şanda Brîtanya, rewşa koçberan li parêzgeha Mûsilê û vegerandina êzîdiyan bo ser mal û warê wan û dabînkirina ewlehî û xizmetguzariyan li deverên wan bû.
2437 car hatiye dîtin |