English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-15 [09:38 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li devera Mêrgesorê ya Başûrê Kurdistanê, welatiyek di şerê hêzên PKK û artêşa Tirkiyê de hat kuştin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, duh li çiyayê Botîn li kêleka gundê Pêndro li nahiya Şêrwan Mezin ya Mêrgesorê, welatiyê bi navê Lazim Elî Fiqo di encama êrişa firokeyên şer yên Tirkiyê de canê xwe ji dest da.

Termê wî welatiyê Başûrî, ku bo komkirina pincar çûbû wê deverê, îro danê sibê hat dîtin.

Lazim Elî Fiqo xelkê gundê Pêndro yê devera Barzan bû.





2857 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad