English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-15 [08:39 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsê ofîsa rewşenbîrî û ragehandina baskê 17ê yê PDKê li Şingalê diyar kir, hêzekî ku ji 2000 kesan pêktê ya bi navê Hêza Êzdiyan li Şingalê dê bê ava kirin.

Berpirsê ofîsa rewşenbîrî û ragehandinê ya baskê 17ê ya PDKê li Şingalê Idrîs Zozanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor mercên Bexdayê dê ser bi hikûmeta Iraqê ve bin, dê parastina qeza Şingalê bikin. Em dibînin ew hêza wisa nayê damezrandin ku di xizmeta Şingalê de be. Ji ber eger PKK û hêzên wê yên Şingalê bi hin navên cuda kar dikin li qeza Şingalê. Eger hikûmeta Iraqê wê hêza êzdiyan ava bike bê guman dê bandorekî mezin li ser rewşa Şingalê bike û dê bêhtir aloziyê bo wegera xelkê çêbike. Ji ber pêwîstiya Şingalê bi pêkanîna wan hemû hêzan tine ye. naha xelkê Şingalê geheştiye wê baweriyê ku heta Pêşmergeyên Kurdistanê ne wegera Şingalê, ti ewlehîya Şingalê jî tine ye.’’

 

Zozanî herwiha got: ‘’Her çi tiştekî xirab be ji aliyê Heşdî Şeibî û PKK ve li Şingalê pêktê. Em naxwazin ew li Şingalê bin, ji ber her tiştekî dijî berjewendiya gelê kurd be dijî herêma Kurdistanê be ew li Şingalê wê dikin.’’





2275 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad