English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-08 [01:43 PM]

Hewlêr(ZNA) -


Qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi awayekî hemwarkirî ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve hat pesendkirin.

Îro danê sibê parlementoya Kurdistanê civiya û qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku beriya niha hatibû hemwarkirin, bi 89 dengan pesend kir.

Li gorî qanûna nû, serokê Herêma Kurdistanê dê ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin.

Heta niha tekane kandîdê serokatiya Herêma Kurdistanê cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ye.

Li gorî rêkeftina navbera PDK, Gorran û YNKê, Nêçîrvan Barzanî di heman demê de kandîdê wan partiyan e jî. Lê nayê zanîn ka partiyên din dê li hember Nêçîrvan Barzanî namzedên xwe derxînin yan na.

Saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê, piştî ku Mesûd Barzanî payîza 2017 ragihand ku êdî serokatiyê nake, bi awayekî demkî hatibû pasîfkirin û desthilata serok jî bi ser hikûmet û parlementoyê de hatibû parvekirin.





2383 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad