English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-08 [11:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Herêma Kurdistanê û Îranê li ser çaremîn qonaxa pevguhertina girtiyan li hev kirin.

Berdevkê Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Kurdistanê, Muslih Umer got, duh berpirsên konsûlxaneya Îranê ya Hewlêrê bi me re hevdîtin kirin. Me li ser çawaniya pevguhertina girtiyan li hev kir.

Muslih Umer her wiha got, helbet heta niha sê caran girtî di navbera me û Îranê de hatine pevguhertin ji ber wê jî ev cara çaremîn e di navbera her du welatan de tiştekî wisa dibe.

Wî rayedarê hikûmeta Kurdistanê anî ziman ku wan li hev kirine lê hîn nayê zanîn pevguhertin dê kengê were kirin.

Çend sal berê Îran û Iraqê li ser pevguhertina girtiyan rêkeftinek îmze kiribûn. Li gorî wê rêkeftinê, Li gorî wê rêkeftinê, girtiyên îranî yên ku li Herêma Kurdistan û Iraqê girtî ne dikarin daxwaza veguhestina xwe bikin û li welatê xwe cezayê xwe bikşînin, her wiha girtiyên Başûrî û Iraqî yên ku li Îranê girtî ne jî dikarin heman daxwazê bikin.





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad