Hewlêr (ZNA) - Li Rûsyayê li çiyayên Altayê ji ber aşût li ser geştyaran de hat xwarê, 7 geştyaran jiyana xwe ji dest dan û 2 geştyar ji bûyerê rizgar bûn.
Bûyer li sînorên Rûsyayê, li başûrê Komara Altay pêkhat. 9 geştyar û turîstên ji bajarê Novosibirskê çûn wê herêmê, dema li çiyayên Altayê geşt dikirin aşût li ser wan de hate xwar.
Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgar kirinê piştî bûyerê destpê kirin û termê 7 geştyaran hatin dîtin. Herwaha 2 geştyar ji bûyerê bi silametî filitîn.
5275 car hatiye dîtin |