English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-07 [11:05 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, rewşa Rojavayê Kurdistanê ji ber siyaseta xelet ya PYDê gelekî aloz bûye.

Endamê serkirdetiya ENKSê Newaf Hesen ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, xelkê Rojavayê Kurdistanê di bin zilm û zora PYDê de ne. Siyaset û rêveberiya xelet ya PYDê jiyan li ber xelkê nexweş kiriye.

Newaf Hesen her wiha gotiye, yek ji wan karên xelet yên PYDê serbaziya bi zorê ye. Ji ber wê gelek kes neçar dimînin koçber bibin û berê xwe bidin xerîbiyê.

Wî serkirdeyê ENKSê aniye ziman, tenê serbaziya bi zorê na lê nebûna xizmetguzariyên bingehîn jî bûye sebeb ku xelkê nekaribe li ser warê xwe bimîne.

Bi gotina wî serkirdeyê ENKSê, çareseriya herî baş bo wê reşê, pêkanîna herêmeka aram e li bakûrê Sûriyê.





2515 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad