English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-07 [10:34 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gor agahiyan, 27 kurdên êzdî yên DAIŞê ew revandibûn li kampa Holê ya li Sûriyê hatine dîtin. Herwiha ew radestî şandeke kurdên êzdî yên Şengalê hatine kirin bo vegerin cem malbata xwe.

Çavkaniyeke emnî ji medyaya Iraqê ra aşkere kiriye ew kurdên êzdî yên ji aliyê DAIŞê hatine revandin di kampa Holê da malbatên DAIŞê lê dimînin hatine dîtin û wê ew kurdên êzdî vegerin Şengalê.

Heman çavkaniyê aşkere jî kiriye ew revandiyên kurdên êzdî hemû zarok û jin in.

Piştî bi dawîbûna DAIŞê li bajarokê Baxozê û dorpêça Hêzên Sûriyeya Demokratîk a DAIŞê bi dehan kurdên êzdî yên ji aliyê rêxistina terorê DAIŞê va hatibûn revandin hatin azadkirin.





2524 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad