English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-07 [09:53 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê nû yê Îmaratê Ehmed Îbrahîm Seîd el Zahêrî li Hewlêrê civiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro roja duşemê (06.05.2019) li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê nû yê Îmaratê Ehmed Îbrahîm Seîd el Zahêrî kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta destbikarbûna konsulê nû yê Îmaratê pîrozbahî li Ehmed Îbrahîm Seîd el Zahêrî kir û hêviya serketinê jê re xwest û piştevaniya saziyên hikûmetê ji bo kar û çalakî yên wî nîşan da.

Herwiha di di hevdîtinê de Barzanî bir kurtahî behsa şerê li dijî DAIŞê, hatina hijmareka zêde ya penaber û koçberan, têkilî yên navbare Hewlêr û Bexdayê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Konsolê Îmaratê silavên rêveberiya welatê xwe bi Serokwezîr Barzanî ragehand û behsa kar û çelengî yên xwe, bi hêzkirina têkilî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di hemû waran de kir. Zahêrî herwiha da zanîn ku ew dê piştîvaniya sazî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kar, çalakî û alîkarî yên mirovî bikin.





2479 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad