English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-06 [10:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Ji aliye tîmên jinavbirina mayîn û teqemeniyan a rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan / Hewlêrê ve li sînorê bajarokê Koye hejmarek mezin mayîn hatin jinavbirin.

Rêveberê çalakiya mayînan a ser bi rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan / Hewlêr Muxlîs Şerîf di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Di berdewama kar û çalakiyên duh 05.05.2019ê ji aliyê tîma EOD ya ser bi rêveberiya giştî ya karûbarên mayînan /Hewlêrê ve li gundê Susê ya ser bi Koye hejmarek mezin mayînên dijî kes ên cureya V69 hatin jinavbirin.’’

Herwaha got: ‘’Di heyama borî de jî li sînorê bajarokê Mêrgesor û devera Balekatiyê hejmarek mezin mayîn hatin jinavbirin û ji bo parastina giyanê hemwelatiyan li ser kar û çalakiyên xwe emê berdewam bikin.’’





2401 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad