Hewlêr(ZNA) - Li eyaleta Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, zilamekî destpêkê xûşka xwe xeniqand paşê serê wê jêkir!
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, pêr bi şev li nahiya Pehle ya bajarê Dêhloran li eyaleta Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, zilamekî bi behaneya parastina namûsa xwe, xûşka xwe ya bi navê Meryem Bextiyarî (29 salî) xeniqand.
Li gorî agahiyan, lê hêrsa wî daneket vê carê jî serê xûşka xwe jêrkir!
Tê gotin ku wê keçkê du sal berê bi xortekî re evîndarî kiribû bêyî ku bi wî xortî re bizewice, jê cuda bûye ji ber wê jî birayê wisa aniye serê wê
2590 car hatiye dîtin |