English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-05 [06:49 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Beriya demekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)Kosret Resûl Elî rêkeftina PDK- YNKê ya pêkanîna hikûmetê îmzekirin.

Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ew kêfxweşe ji rêkeftina Goran YNKê û PDKê ya ji pêkanîna hikûmetê.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got: “Piştî heyameke dûr û dirêj îro me rêkevtina çawaniya pêkanîna hikûmeta nû îmze kir. Bêguman pêvajoya giftûgoyan bi hêsan nebû, lê me heyameke dijwar li dûv xwe hişt. Tişta girîng ew bû ku bi rêya giftûgoya ew pêvajo bi dawî bû û em bi keyfxweşî pêşwazî li vê yekê dikin. Min pêştir jî gotibû pêkanîna demokrasiyê zehmet e, lê aliyên peywendîdar gihîştin encamê. Em di vê çarçoveyê de ligel birayên xwe yên Goran û YNKê gihîştin rêkeftinê.”





5524 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad