English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-05 [02:47 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li cotyarên Kurdistanê kir.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî, derbarê wê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja yekşem 05.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Nûnerên Cotkarên Kurdistanê civiya.

Li vê civînê de Nûnerên Cotkarên Kurdistanê behsa girift û kêşeyên xwe kirin û her wiha babeta ji aliyê Hikûmeta Bexda ve pênedana dirav û şayesteyên darayiyê cotkarên Kurdistanê, li gel Serok Barzanî guftûgo kirin. Daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku hewla çareserkirina wan kêşeyan bide, her wiha spasî Serok Barzanî kirin ku bi dengê daxwazên wan û xelkê beşê wî yê hatiyî xwarin ve hatiye.

Her li vê civînê da Serok Barzanî tekez li ser girîngiya cotkaran li jiyana aboriya Kurdistanê kir û eve jî xisterû ku li qonaxa şoreşa Eylûlê da cotkaran roleke mezin li piştîvanîkirina şoreşê de hebûye û çavkaniyeke berdewam ya şoreş Eylûl û palpiştîkirina Pêşmerge bûn. Serok Barzanî ronahî xiste ser girîngiya kerta çandinê û bi pêwîst zanî kerta çandinê geş bibê û bibê kerta serekiya aboriya Kurdistanê.

Li beşekî dinê axaftina xwe da Serok Barzanî piştevaniya xwe ya tevahî ji bo daxwaziyên cotkarên Kurdistanê ragihand û eve jî dûpatkir ku ewê li ser cotkarên Kurdistanê hatiye kirin zulmekî eşkereye û hemû hewlan jî didîn ji bo vegerandina maf û diravê cotkarên Kurdistanê ku li cem Hikûmeta Iraqê maye.





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad