English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-05 [12:04 PM]

Hewlêr(ZNA) -


Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Dîplomasî ya PYDê Salih Muslim dibêje: Wan çi hevdîtin bi hikûmeta Tirkiyê re nekirine, tenê Amerîka navbênkariyê dike.

Salih Muslim malpera Ahval a Tirkî re ragihand, wan li gel Enqerê çi hevdîtin rasterast nedane destpêkirin, lê bi navbêynkariya Nûnerê Amerîkayê yê taybet bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey re dixwezin diyalog çê bibe.

Muslim mercê rûniştina bi Tirkiyê re aşkere kir û got: Ji bo hevdîtina ligel Tirkiyê, mercê wan ê sereke ew e, Tirkiye û grubên çekdar ji Efrînê derkevin û gelê Efrînê wegere ser cih û warên xwe.

Amaje bi wê yekê kir, Amerîka ji ber ku Tirkiye endamê NATOyê ye û Rêveberiya Xweser jî deskefteke xwe dibîne, naxwaze alozî kûr bibin.

Muslim diyar kir, ew naxwazin ligel cîranan alozî û dilgiranî hebe, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ew ligel danûstandinan in.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Dîplomasî ya PYDê tekez kir, wan heta niha li dijî Tirkiyê fîşekek jî neavêtine.

Berî çend rojan, berdevkê CHPê Faîk Oztrak gotibû: Her çend Tirkiye PYD/YPGê wek rêxistina terorê binav dike jî, lê di navbera hikûmet û PYD/YPGê de danûstandin hene.

Oztrak got, PYD û YPG li Sûriye hevkarên Tirkiyê ne û danûstandinên wan berdewam dikin, lê belê hikûmet ditirse ev hevdîtin aşkera bibin.





2539 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad