English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-05 [11:12 AM]

Hewlêr(ZNA) -


Rojnameyekî bi navûbang a erebî raportek belav kir û dibêje, kurdên Rojavayê Kurdistanê dê herêmekî wek herêma Kurdistanê ava bikin.

Rojnameya El-Ereb di raportekî de belav kir, rejîma Sûriyê nîgerane ji bihêzbûna kurdên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê, ku rê bo ava kirina herêmekî xweş dikin.

Di raportê de amaje bi wê yekê tê kirin ku, serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan xwe radestî emrî waqiî kiriye û naha çavê xwe li ava kirina herêmekî ji bo kurdan li rojavayê Kurdistanê digre, lê bi mercê aramî di navbera wê herêmê û Tirkiyê de hebe.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştevaniya esmanî ya hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîsta DAIŞê girtine pişt xwe û li gor rojnameya El-Ereb jî piştevaniya hêzên hevpeyman wek biryara sepandina navçeya dijî firînan a başûrê Kurdistanê, ku di civaka navnetewî de li dijî Iraqê di salên 90î de hatibû derxistin e.

Heman rojname bi zimanê çavdêrên siyasî ve behsa wê yekê dike ku kurd li Rojavayê Kurdistanê dervey piştevaniya derve, di navxwe de jî piştevaniya wan heye, ku baweriya wan bi laîkbûn û sekulerîzmê heye û ev yek jî dibe sedem ku xelkên li navçeyê yên kurd, ereb, mesîhî û kurdên êzdî ve berbi xwe ve rakêşîne.

Rejîma Sûriyê beşdarbûna eşîretên ereb ên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ya li komxebata roja înê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû birêxistin wek xiyanet li Sûriyê pênase kir.

Li gor çavdêran nîgeraniya rejîma Sûriyê bêhtir ji ber rijdbûna kurdan li nîv serxwebûnê ye û tirsî ji wê heye, ku êdî raman û fikrên kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin rewşekî de ye ku wegera berê ya bin desthilata Şamê nepêkan e.

Rojnameya ereb daxuyaniya fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Kobanê ya derbarê red kirina awayê aştiya rejîma Sûriyê wek belgeyekî, daxwaza kurdan a ji bo damezrandina herêmekî kurdî li Rojavayê Kurdisanê nîşan dide.





2509 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad