Hewlêr (ZNA) - Li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek di encama êrişa pasdarên Îranê de birîndar bû.
Duhî li gundê Şintal yê Selmasê, ku dikeve ser sînorê Bakûr û Rojhilat, pasdarên Îranê gule avêtin komek kolberên kurd.
Li gorî agahiyan, kolberek bi navê Lezgîn Mihemedî, kurê Ebdulkerîm birîndar bû.
Hat gotin ku Lezgîn di pişta xwe de birîndar bûye û niha li nexweşxanê tê dermankirin.
2305 car hatiye dîtin |