English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-05 [09:56 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî federasyona penaberan ya Herêma Kurdistanê dibêje, ev du hefte ne penaberekî Herêma Kurdistanê li Tirkiyê wenda bûye.

Nûnerê federasyona penaberan ya Herêma Kurdistanê li Tirkiyê, Roj Ezîz got, penaberekî Herêma Kurdistanê bi navê Mihemed Heyder Elî, du hefte ye li Tirkiyê wenda bûye.

Roj Ezîz da zanîn, wî penaberî ku temenê wî 31 sal û xelkê bajarê Helebcê ye, roja 20 Nîsana îsal xwastibû bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Yûnanê bibe, roja 23 heman mehê ji birayê xwe re gotiye ku ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hatiye girtin û niha li Tirkiyê û dixwaze dîsa bi qaçaxî derbasî Yûnanê bibe. Ji wê demê ve ti agahî li ser wî nîne.

Wî berpirsê federasyona penaberan daxwaz kir her kesê ku ew penaberê kurd dîtiye, bila bi telefona “00905313119830” federasyonê agahdar bike.

 





2422 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad