English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-05 [09:28 AM]

Hewlêr(ZNA) -


Di encama êrişeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser xalên artêşa Tirkiyê li Efrînê, efserekî tirk hat kuştin û serbazek jî birîndar bû.

Duhî Wezareta Berevaniya ya Tirkiyê ragihand, YPGê ji bajarokê Til Rifatê ve êrişî hêzên wan yên li Efrînê kiriye û di encamê de efserekî wan hatiye kuştin û serbazek jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê, piştî êrişê artêşa Tirkiyê bersiva wê êrîşê daye û xalên YPGê li Til Rifatê û derdora wê topbaran kiriye.

Çend roj in şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û YPGê de li navçeya di navbera Efrîn, Ezaz û Til Rifetê de derdikeve û artêşa Tirkiyê bi tundî wê navçeyê topbaran dike.





2362 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad