English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-02 [11:40 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberê giştî yê karûbarên êzdiyan diyar kir, negeheştina alîkariyan bo devera Şingalê dê êşên xelkê dijwartir bike. Di wan rojên borî de hêzekî çekdarên PKKê rêgirî li tîmeke baskê Şingalê yê Dezgaya Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina konseya lêbraska ya Amerîkî kiriye û astengî bo belav kirina alîkariyên mirovî li devera Şingalê çêkirine.

Rêveberê giştî yê karûbarên êzdiyan li wezareta Ewqaf û karûbarên olî yê herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî di daxuyaniyekê de ragehand: ‘’Bo demekê berpirsê baskê Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî hate girtin, ji aliyê hêzekî PKKê ve. Di encam de jî Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî beyanameyek weşandiye û diyar kiriye ku ji ber wan cure reftarên PKKê êdî ew naçarî dê kar û çalakiyên xwe yên xêrxwaziyê li devera Şingalê rawestînin. Em wek rêveberiya giştî ya karûbarên êzdiyan dibînin ku negeheştina alîkariyên mirovî bo xelkê lêqewimî yê Şingalê dê êşên wan dijwartir bike. Lewra em daxwazê ji hêzên PKKê dikin êdî destverdan û rêgirî û astengan li pêş sazî û rêxistinên xêrxwaziyê ava nekin.’’

Herwaha got: ‘’Em daxwazê ji Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî dikin ku li ser karên xwe yên xêrxwaziyê li devera Şingalê berdewam bikin û dîsan jî daxwazê ji Netewên Yekbûyî û hêzên hevpeyman û hemû aliyên peyvendîdar dikin ku careke din rê nedin ti grubekî çekdar, ku astengiyê li pêş pêşkeş kirina alîkariyan li ti deverekî, bi taybet jî li devera Şingalê ava nekin.’’





2512 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad