English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-02 [09:58 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamê rêveberiya PDKê radigehîne, ku herçend partiya wan ji aliyê yasayî ve dikarî bi tenê jî kabîneya nû ya hikûmetê pêkbîne jî, lê nexwast bi tenê hikûmetê pêkbîne.

Endamê rêveberiya PDKê Xesro Gorran ji radyoya Dengê Amerîka re ragehand, paşketina pêkanîna hikûmetê pir asayî ye û nimûne li ser Lûbnan û Swêdê jî anî, ku piştî 9 mehan û 5 meh piştî helbijartinan aliyan karîn hikûmetê pêkbînin.

Xesro Gorran ragehand, piştî helbijartinê partiya wan dikarî bi tenê kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê pêkbîne, ji ber nêzîkî nêvê parlamentoyê bidest xist, lê xwest hemû aliyan jî beşdar bike, ji ber beşdariya hemû aliyan di berjewendiya xelkê Kurdistanê ye.

Endamê rêveberiya PDKê amaje bi hewldanên dawiyê yên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê kir û ragehand, pêkanîna hikûmetê nêzîke û qenaet ew e di dema herî kurt de hikûmet dê pêkbê û pêngavên baş hatine avêtin.  





2326 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad