English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-02 [09:36 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Qaymeqamê Şingalê ragihand, heta niha li nav wan gorên bi kom yên ku hatine vekirin de, hestî û bermahiyên 137 cenazeyan hatine dîtin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, vekirina gorên bi kom li devera Şingalê bi taybet li gundê Koço didome.

Mehma Xelîl her wiha gotiye, heta niha li nav wan gorên ku hatine vekirin de, hestî û bermahiyên 137 cenazeyan hatine dîtin.

Qaymeqamê Şingalê daye zanîn, tê texmînkirin ku tenê li gundê Koço 500 kes hatibin komkujkirin û di gorên bi kom de hatibin veşartin.

Li Şingalê 73 gorên bi kom hatine dîtin û ev çend roj in tîmên hevbeş yên Kurdistan û Bexdayê bi çavdêriya NY wan goran vedikin.

 





2335 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad