English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-01 [01:33 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand, bi bingeh kirina sîstemekî tenduristiya pêşketî karê herî serekî yê hikûmetê ye.

Îro 01.05.2019ê Nêçîrvan Barzanî di gotarekî ya li konferansa zanistî ya bijîşkî ya li Hewlêrê de ragehand, hikûmet li gor şiyana xwe berdewam hewl dide nirx û baha bide sektora tenduristiyê.

Nêçîrvan Barzanî ragehand, bi bingeh kirina sîstemekî tenduristiya pêşketî li herêma Kurdistanê karê serekî yê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku zêdebûna nexwaşxaneyên hikûmetê, ku ji 26 nexwaşxaneyên li herêma Kurdistanê, hikûmetê ew hejmar gehandiye 76 nexwaşxaneyan û binkeyên tenduristiyê jî hejmara wan geheştiye 967 binkeyan.

Barzanî ragehand, hejmara xewgeh û qeroleyên nexwaşxaneyan ji 3.731 zêde bûne û geheştiye 7.805 xewgehan û hejmara bijîşkên li herêma Kurdistanê jî, ji 826 bijîşkan geheştiye 6.814 bijîşkan.

Nêçîrvan Barzanî got, nexwaşxaneyên taybet jî li sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê 47 nexwaşxaneyên taybet hatine vekirin.





2392 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad