English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-03 [12:31 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Ew welatiyê kurd yê Başûrê Kurdistanê, ku di dema referandoma serxwebûna Kurdistanê de çûbû çiyê û gotibû, heta serxwebûna Kurdistanê neyê ragihandin, dê li wir bimîne, xwe kuşt.

Welatiyê kurd yê bi navê Subhî Ebdal, ku di nav xelkê de wek Hakim Goran tê naskirin, şeva borî di pexşa zindî ya facebookê de sê fîşek li xwe da. Hakim Goran îro danê sibê li nexweşxaneya bajarê Akrê can da.

Hakim Goran, beriya ku xwe bikuje, gotibû, dê ji kerba partiyên siyasî xwe bikuje ji ber ku ew yekrêz û bi tifaq nînin.

Wî welatiyê kurd, ku 26 sal bûn li Hollanda dijiya, ji ber referandoma serxwebûnê ya 25 Îlona 2017, vegeriyabû Kurdistanê. Piştî refernadomê çûbû çiyê û li wir di nav çadirekê de dima. Gotibû, heta serxwebûna Kurdistanê neyê ragihandin, ji çiyê danakeve.





2512 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad